Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK’ê: Bi tekoşîna bi ruhê 1’ê Gulanê encamên dîrokî dikarin bên afirandin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
30/04/2018 - 10:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK’ê: Bi tekoşîna bi ruhê 1’ê Gulanê encamên dîrokî dikarin bên afirandin
ParvekeTweet

Komîteya Rêveber a PKK’ê 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştgirî û Yekîtiyê li kedkarên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê pîroz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştgirî û Yekîtiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştgirî û Yekîtiyê li kedkarên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Di serî de çar pêşengên karkeran ên sala 1887’an hatin darvekirin hemû şehîdên 1’ê Gulanê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

Ji greva sala 1886’an û vir ve ku li Chîcagoyê ji bo 8 saetên kar dest pê kir, 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştgirî û Yekîtiyê ya karkeran bi têkoşîna 132 salan re bûye roja têkoşîna ji bo sosyalîzma demokratîk. 1’ê Gulanê rojeke hevpar e ku ziman, ol û rengê xwe çi dibe bila bibe ji aliyê her kesî ve tê pîrozkirin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, têkoşîna 132 salan ku bi milyonan şehîdên xwe heye, tecrûbe û ezmûneke demokratîk a gelekî xurt afirandiye ku dikare dawî li kapîtalîzmê bîne.

BI TÊKOŞÎNA BI RUHÊ 1’Ê GULANÊ ENCAMÊN DÎROKÎ DIKARIN BÊN AFIRANDIN

Komîteyê diyar kir ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi piştgiriya enternasyonalîst heye û wiha dewam kir: “Cihê ku sîstema dewletparêz û modernîteya kapîtalîst lê ketiye nava krîz û kaosê Rojhilata Navîn e. Dema ku bi ruhê 1’ê Gulanê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşîn ahte kirin, wê ji bo afirandina şoreşa demokratîk encamên gelekî dîrokî derkevin holê. Serdemên ku krîz û kaos lê hene, her wiha ew serdem in ku pêşketinên mezin ên şoreşgerî lê diafirin. Ji ber vê yekê em li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li ber guhertin û pêşketinên mezin in. Lewma li Rojhilata Navîn ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê lê diqewime, di serî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Tirkiyeyê, hemû hêzên dij bi şoreşê ji xwe hebûna xwe biparêzin bi rengekî paşverû li ber xwe didin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê da xuyakirin ku di gelek serdemên dîrokê de hatiye dîtin ku di demên kaosê de bi nêrînên ku çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re dibînin, herikîna dîrokê diguhere.

PKK’ê destnîşan kir, eger di nava kaosa Rojhilata navîn de nêrîna afirîner, stratejî, taktîk û tifaqên rast bên afirandin, wê mezintirîn şoreşa demokratîk a dîrokê li Rojhliata navîn pêk were.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ji ber vê yekê, berpirsyariya dîrokî ya hemû demokratên şoreşger û hêzên sosyalîst e ku yekîtî, piştgirî û hişmendiya têkoşînê ya ku di ruhê 1’ê Gulanê de heye di asta herî bilind de derxînin holê. Bi feraseta neteweya demokratîk û xeta sosyalîzma demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ku dûrî desthilatdarî-dewletperestiyê ye, PKK îro ji Kurdistanê dest pê kiriye û li tevahiya Rojhilata Navîn pêngaveke şoreşa demokratîk bi rê ve dibe. Li hemû parçeyên Kurdistanê pêngava şoreşa demokratîk li kar e. Li Rojavayê Kurdistanê jî îro pêngaveke nû ya şoreşê ku xwe dispêre sîstema konfederalîzma demokratîk bi pêş dikeve. Ev şoreş li nava Ereb, Suryanî, Ermenî, Durzî, Çeçen, Tirkmen û hemû gelên Sûriyeyê belav bûye û bandorê li gelemperiya Rojhilata Navîn dike.”

DEMA KU AKP-MHP HATIN TÊKBIRIN WÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN JI HOLÊ BÊ RAKIRIN

Komîteyê ragihand ku bi navê hemû hêzên despot û paşverû; faşîzma AKP-MHP’ê li dijî vê pêşketina demokratîk şoreşger a li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dest bi êrîşê kiriye û wiha dewam kir: “Mejiyê dijminatiya li Kurdan û qirkirina Kurdan ê faşîzma AKP-MHP’ê îro bi rengekî eşkere bûye dijminatiya li demokrasiyê, dijminatiya li gelan û kedkaran. Dema ku ev desthilatdariya dijminê demokrasiyê bê têkbirin, wê astengiya herî mezin a li pêşiya şoreşa demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji holê rabe, wê li Rojhilata Navîn serdema demokrasiyê ya gelan dest pê bike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku faşîzma AKP-MHP’ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn veguheriye dijminê herî mezin ê demokrasiyê û hate gotin, “Dijminatiya demokrasiyê ya vê desthilatdariyê û dijminatiya li Kurdan bûne yek. Dijminatiya li şoreşa demokratîk a li Sûriyeyê, dagirkirina Efrînê û polîtîkaya şer a êrîşkariyê, nîşaneya şênber a dijminatiya li demokrasiyê ye. Li gel girtina bi hezaran siyasetmedaran, girtina hejmareke zêde ya rojnamevanan û birîna cezayê giran li wan radixe pêş çavan bê faşîzma AKP-MHP’ê çiqasî dijminê azadî û demokrasiyê ye. Bi gotina ‘Bi Rewşa Awarte re em pêşî li grevan digirin’ tê fêhmkirin ku Rewşa Awarte ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve hatiye ragihandin, darbeyek li dijî hêzên demokrasiyê ye.”

PÊWÎSTÎ PÊ HEYE KU 1’Ê GULANÊ BIBE KONGREYA ŞOREŞA DEMOKRATÎK

Komîteya Rêveber a PKK’ê işaret bi girîngiya têkoşîna demokrasiyê ya hevpar kir ku divê Kurd, Elewî, jin û hemû hêzên demokrasiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bidin û got, “Pêwîstî pê heye ku 1’ê Gulana 2018’an li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bibe kongreyeke şoreşa demokratîk û platforma têkoşîna hevpar. Dema ku ev hate kirin, wê dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bê. Sîstema faşîst a li Tirkiyeyê di rewşeke gelekî qels de ye. Ji ber ku nema dikare gelan û kedkaran bi rê ve bibe, timî êrîş dike û bi vî rengî dixwaze hebûna xwe bidomîne. Ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dijminatiyê li demokrasiyê dike. Girîng e hemû hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê vê rastiyê bibînin. Kurd li Tirkiyeyê ne alîgirê parçebûnê ne, Kurd alîgirê yekîtiya demokratîk in û parêzvanên jiyana hevpar in. Pêkhateya bingehîn a têkoşîna demokrasiyê ne. Eger wê li Tirkiyeyeke demokratîk jiyaneke bi xwişk û biratiyê bi Kurdan re pêk were, divê hêzên demokrasiyê vê lîstika dijminê demokrasî û kedê ku li ser bingeha dijminatiya li Kurdan dimeşîne, xera bikin.”

DI HILBIJARTINA 24’Ê HEZÎRANÊ DE DIVÊ HELWESTEKE HEVPAR LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê BÊ NÎŞANDAN

Komîteya Rêveber a PKK’ê bal kişand ser hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku 24’ê Hezîranê wê di navbera kesan de hilbijartin neyê kirin, di navbera hêzên ku dixwazin pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe û yên dixwazin dîktatorî bê xurtirin de wê hilbijartin were kirin.

PKK’ê destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de pêwîste hêzên demokrasiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê helwesteke hevpar nîşan bidin û wiha dewam kir: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê wê di heman demê de bibe platforma têkoşîna demokrasiyê li dijî faşîzmê. Kurd mîna her carê wê bi rengekî çalak cihê xwe di nava vê platforma demokrasiyê ya li dijî faşîzm û dîktatoriyê bigirin.”

JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR BANG HATE KIRIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê da xuyakirin, di vê demê de ku wê îradeya têkoşîna hevpar xurt bikin, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd ji her demê bêhtir wê di asteke bilind de xwedî li ruhê 1’ê Gulanê derkevin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em ê ala xwişk-biratiya gelan, azadiya kedkaran, wekhevî, demokrasî û sosyalîzmê her li ba bidin. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, gel û kedkarên li Rojhilata Navîn dikin ku li qadan li hev bicivin û têkoşîna hevpar geş bikin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Boriyên avê teqiyan kolan bûne gol

Nivîsa Pêş

Li kabul êrîşên xwekujî, 25 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li kabul êrîşên xwekujî, 25 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn

Li kabul êrîşên xwekujî, 25 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn

JCA-Berlîn:„Azadiya Serokatî Mîsoger Bikin!“

JCA-Berlîn:„Azadiya Serokatî Mîsoger Bikin!“

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.