HESEKÊ – Ciwanên Suryanî yên li Rojava dijîn, beşdarbûna xwe di seferberiyê de ji bo parastina civaka demokratîk li dijî êrîş û gefên li ser herêmê ragihandin. Di daxuyaniyê de tekez kirin ku Rojava ne tenê qadeke erdnîgarî ye, lê sembola îradeya hevpar a gelan ji bo jiyana bi hev re, azadî û berxwedanê ye.
Ciwanên Suryanî diyar kirin ku modela civaka demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan di bin êrîşê de ye, û ew ê li hember van êrîşan bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Parastina gelê Rojava parastina mirovahiyê ye. Em ê jiyana hevpar a li ser van axan hatiye avakirin heta dawiyê biparêzin.”
Nûnerên ciwanan bang li ciwanên hemû gelan, bi taybetî ciwanên Ermenî, Suryanî, Asûrî û Ereb kirin ku tevlî seferberiyê bibin. Di bangê de bal hat kişandin ser berpirsiyariya dîrokî, hat destnîşankirin ku parastina hebûn, rûmet û pêşeroja azad a gelan erkek nayê paşxistin e.
Ciwanên Suryanî tekez kirin ku ew ê heta dawiyê parastina civaka demokratîk bikin, û têkoşîna ji bo jiyaneke hevpar, wekhev û azad a gelên li Rojava dê were xurtkirin.



