HAMBURG – Di maça îro ya di navbera St. Pauli û RB Leipzig de li Stadyuma Millerntor-Stadion, alîgiran pankartek bi nivîsa “Von Hamburg abis Rojava, Berxwedan Jiyane” (Ji Hamburgê heta Rojava, Berxwedan Jiyan e) bilind kirin da ku êrîşên HTŞ û milîsên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li dijî Rojava û Bakur-rojhilatê Sûriyeyê protesto bikin.
Protesto ji aliyê St. Pauli, Azadî û gelek komên din ên alîgirên şoreşger ve hate piştgirîkirin. Ciwanên di nav komên alîgirên şoreşger de bang kirin ku berxwedan li hemû qadên jiyanê belav bibe ji ber ku êrîş berdewam dikin.
Li stadyûmê, ku pankartek bi nivîsa “Ji Hamburgê heta Rojava, Berxwedan Jiyan e” hate nîşandan, komên alîgir pir caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” û “Terorîst Colanî – Terorîst Erdogan” qîr kirin.


