KOBANÊ – Li beramberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û Colanî, gelê Kobanê kolan bi kolan, tax bi tax nobed digire.
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ji zarok heya kal û pîr parastina axa xwe dikin, û amade ne beramberî kîjan hêz be ku êrîşê bajar bike. Her wiha, destnîşan kir ku rûxmê dorpêçê ku tê ferzkirin, gel baweriya xwe danaxîne. Di dawiyê de banga her 4 parçeyên Kurdistanê bikin ku şoreşa Rojava biparêzin.


