QAMIŞLO – Jinên ciwan ên ku li bajarê Qamişlo beşdarî seferberiyê bûne, kolan bi kolan nobedariyê dikin û bajarê xwe diparêzin. Jinên ciwan tekez kirin ku ew ji berpirsiyariyên xwe haydar in û bi biryar in ku şoreşa jinan a Rojava û nirxên ku afirandî biparêzin.
Jinên ciwan ên ku bi rêya çalakiyên nobedariyê yên li seranserê bajêr bi awayekî çalak beşdarî parastinê bûn, diyar kirin ku ev berpirsiyariyeke dîrokî û bi rûmet e. Di daxuyaniyên wan de hate destnîşankirin ku parastina destkeftiyên şoreşa jinên Rojava erkê hevpar ê hemû jinên ciwan e.
Her wiha jinên ciwan bang li hemû jinên ciwan ên li her çar parçeyên Kurdistanê kirin ku tevlî seferberiyê bibin û beşdarî Şerê Rûmetê bibin.



