AMED – Li navçeya Sûrê ya Amed,, Ciwanên Welatparêz bi meşek meşaleyî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin. Di meşê de ciwanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” qîr kirin.



