KOBANÊ – Li beramberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û Colanî li ser Kobanê, her roj bi sedan ciwanan ji bo diyarkirina moralê xwe, li Qada Jina Azad kom dibin, sloganên berxwedanê dibêjin û dîlan digirin.
Îro li ser navê tevgerên ciwanan, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û diyar kir ku roja îro çeteyan komkûjiyan li ser malbatên gundên derdorê Kobanê, bi taybetî li gundên Çelebiyê, pêk tînin. Her wiha, destnîşankir ku gelê Kobanê teslîmbûn qebûl nake, û wê zarok, ciwan, jin û mêr hemû bi hev re li beramberî êrîşên qirkirinê berxwebidin.
Avaşîn destnîşan kir ku berxwedana Rojava sînorên Kurdistanê yên ku desthilatdaran danîn şkand û gelê kurd kir yek. Anî ser ziman ku ew dest ji destkeftiyên xwe bernadin û wê heya dawiyê di xwe rêvebirinê de israr bikin. Banga gelê her çar parçeyan Kurdistanê ku sînoran bişkînin.



