NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Konseya Serokatiyê yaPYD Foza Yusuf bangek lezgîn kir û got, “Divê gelê me yê li bakur ber bi Nisêbîn û Pirsûsê ve biherike. Kurd tên qirkirin.”
Endama Konseya Serokatiyê ya PYD Foza Yusuf li ser hesabê xwe yê medyaya sanal postek bi sernavê “Bangek Lezgîn” parve kir. Di posta xwe de got, “Divê gelê me yê li bakur ber bi Nisêbîn û Pirsûsê ve biherike. Kurd tên qirkirin. Divê ciwan û gelê me yê li başûr jî ber bi Dêrikê ve biçin. Sînoran derbas bikin. Îro roja parastina rûmeta neteweyî ye.”



