NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan Çiyayê Kizwan ê başûrê bajarê Hesekê bombebaran kirin.
Navendê aşkera kir ku di heman demê de hêzên QSDˊê li eniya gundê Alya yê bajarê Til Temirê bersiva êrişa çeteyên hikumeta demkî da, zirarên mezin gihandin çeteyan û cebilxaneya wan.



