NAVENDA NÛÇEYAN- Li Şemzînanê ciwanekî bi navê Bîrhat Demîr di bin şert û mercên gumanbar de mir. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, ciwanekî bi navê Bîrhat Demîr (23) li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di bin şert û mercên gumanbar de mir. Piştî agahdarkirina welatiyên derdorê ku bûyer ferq kirin, tîmên tenduristiyê şandin cihê bûyerê. Bîrhat Demîr ku li cihê bûyerê alîkariya yekem wergirt, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Lê belê, tevî hemû mudaxeleyên li nexweşxaneyê jî, ew nehat rizgarkirin. Hat hînbûn ku lêpirsîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.



