STENBOL – Li Stenbolê, Ciwanên Welatparêz êrîşên HTŞ û komên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava bi xwepêşandanekê protesto kirin. Ciwanên ku daketin kolanan, bi fîşekên hewayî sloganan “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Ciwan fedaî Rêber Apo ye” û “Bijî Serok Apo” avetin.



