EDENA – Li taxa Denîzlî ya navçeya Seyhan a Edeneyê, ji aliyê Saziyên Demokratîk ve meşek girseyî û daxuyaniyek ji bo protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Heleb û Rojava hat lidarxistin. Gelek ciwan û gel beşdarî meşê bûn.
Di meşê de timî dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Cıwan fedaî Reber Apo ye” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.



