ÊLÎH – Li Êlîhê, îro jî xwepêşandanên ciwanên welatparêz ên li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam kirin. Xwepêşandanên ku roj bi roj berfirehtir dibin, li navenda bajêr kom bûne.
Tevî destwerdan û êrîşên tund ên polîsan jî, ciwanan herêm terk nekirin û berxwedana xwe berdewam kirin. Ciwanan tevî hemû zextan jî bi israr û biryardariya xwe, bi qîrîna dirûşmeyan ji bo bidawîanîna êrîşên li ser Rojava çalakiyên xwe zêde kirin. Di dema xwepêşandanan de, ciwanan pir caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” digotin.
Tê payîn ku xwepêşandanên li bajêr berdewam bikin û di rojên pêş de hîn berfirehtir bibin.



