EDENE – Li taxa 19 Mayis a navçeya Yuregîr a Edeneyê, bi pêşengiya Saziyên Demokratîk, meş û daxuyaniyek girseyî li dijî komkujiyên ku ji aliyê HTŞ û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk ve li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin, hat lidarxistin. Gelek ciwan û gel beşdarî meşê bûn.
Meş ji ber ofîsa muxtarê taxa 19 Mayisê dest pê kir û ber bi taxa Anadoluyê ve berdewam kir. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”,Ciwan Fedaiyeyen Rêber Apo ne û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Piştî daxuyaniya di meşê de, dayikên ku dê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava biçin Enqerê hatin pêşwazîkirin. Xwepêşandan, bi pêşengiya ciwanan, li kolanan berdewam dikin.



