WAN – Li navenda bajarê Wanê, li ber Navenda Perihan AVM, bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê, ji bo protestokirina komkujî û êrîşên li ser Heleb û Rojava ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ve tên kirin, meşek tê lidarxistin.
Girseya ku ji bo meşê kom bûye ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. Lêbelê, girse li ber xwe dide, dirûşmeyan diqîre, sirûd û stranan dibêje da ku berdewam bike.



