DÊRA ZOR – Îro, Tevgera Ciwanên Şoreşger li parêzgeha Dêra Zorê, li herêma El-Kesra, daxuyaniyek weşand û piştgiriya xwe ji bo xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê diyar kir, hevgirtina xwe ya tevahî bi wan re piştrast kir û hemû şêweyên hedefgirtina ku bandorê li wan dike red kir.



