HAMBURG- Li bajarê Hamburgê yê Almanya, gelê Kurdistanê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ji bo protestokirina komkujiyên ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Rojava kiriye û piştgiriya berxwedana gelê Rojhilat li dijî Dewleta Îslamî ya Îranê meşek li dar xist.
Meşa mezin ku ji Navenda Bazara Hamburgê dest pê kir, bi muzîk û dirûşmeyan heta Şaredariya Harburgê berdewam kir. Di meşê de, endamê TCŞ Ferhat Nisebîn daxuyaniyek da û got, “Dengê xwe bidin gelê Kurd, dengê xwe bidin gelê Kurdistanê, bila em her tim têkoşîna xwe bidomînin.” Piştî vê yekê, di dawiya çalakiyê de, endamên ciwan ên TCŞ’ê gotinên xwe yên berxwedanê nû kirin û bang li gelên cîhanê kirin.



