PARÎS – Li paytexta Fransayê Parîsê, bi pêşengiya Komuna Şehîd Derwêş Kop, li herêma Villiers-le-Bel meşek ji bo Rojava û Rojhilat hate lidarxistin.
Beriya meşê, ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêzd hate girtin. Piştî deqeyek rêzgirtin e, daxuyaniyek çapemeniyê ya bi zimanê Fransî, ku ji hêla Komuna Şehîd Derwêş Kop ve hate xwendin, wiha hate gotin: “Em, Ciwanên Komuna Şehîd Derwêş Kop a Parîsê, êrîşên hovane yên li dijî Kurdan li herêmên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin. Ev êrîş, ku ji hêla hin komên çete yên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve, bi taybetî bi piştgiriya hêmanên faşîst, li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin, zêdetirî şeş mehan e berdewam dikin. Ev her du tax ti gefek leşkerî nînin û ne mimkun e ku bibin çavkaniya êrîşên li ser Helebê.”



