KOBANÊ – Cenazeyê Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê şehîd Ziyad Heleb gihîşt Kobanê. Gelê kantona Firatê bi girseyî şehîd Ziyad li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê pêşwazî kir.
Gel ji Goristana Şehîdan dest bi meşê kir heya bajarê Kobanê. Li Qada Jina Azad bi deh hezaran pêşwaziya Şehîd Ziyad Heleb kirin. Her wiha, meş di nav bajarê de geriya heya Morgê Şehîdan. Gel li her derê derket kolanan û tevlî meşê bû.
Gel bi hêrs sloganên “Şehîd Namirin”, “Ziyad Namire”, “Bijî Berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” û “Tolhildan” bê navber berz kirin



