HESEKÊ – Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratik ên Sûriyeyê ên bi navê Roşna Kouryal û Mîray Behûn êrîşên Çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê şermezar kirin û banga rawestandina êrişan kirin.
SÛRIYEYA ÎRO MÎNA MOZAÎKEKÊ YE, BI RENGÊN XWE, JI PÊKHATEYÊN XWE YÊN EREB, KURD, SURYANÎ, ERMENÎ, ASÛRÎ, TIRKMEN Û ÇERKEZ CUDA YE
Roşna Kouryal, Hevseroka Tevgera Demokratîk a Ciwanên Ermen, diyar kir ku ji dema hilweşîna rejîma ve rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê xerabtir bûye. Binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê, di nav de Elewî, Durzî, Kurd û komên din, bênavber berdewam kirine: “Ev jenosîd bi van koman ve sînordar nebûne, lê tevahiya nifûsa Sûriyeyê hedef girtine. Binpêkirin niha gihîştine taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Îro, em van êrîşên sîstematîk ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji hêla komên ku van jenosîd û komkujiyan pêk tînin şermezar dikin. Ev jenosîd û komkujî li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji sala 2023-an vir ve berdewam dikin. Ev jenosîd û komkujiyên li dijî gelê Sûriyeyê nesekinîne, û em hikûmeta Sûriyeyê û Ehmed El-Şaraa bi tevahî berpirsiyarê berdewamiya van komkujiyan dibînin. Jianek azad mafekî gelê Sûriyeyê ye, û divê Sûriye Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî be. Îro, divê Sûriye bibe Sûriyeyeke edaletê, Sûriyeyeke azadiyê, Sûriyeyeke ji bo hemû pêkhateyên xwe, ne ji bo yek pêkhateyê, yek ol an yek mezhebê. Ji ber ku Sûriyeya îro mîna mozaîkekê ye, bi reng û şêweyên xwe ji pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî, Asûrî, Tirkmen û her wiha Çerkez cuda ye. Îro, divê ev hemû êrîşên sîstematîk ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rawestin. Em, wekî ciwan, li dijî van êrîşan radiwestin û helwesta xwe ya teqez piştrast dikin ku em ê piştgiriyê bidin gelê xwe yê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û berxwedana wan a berdewam silav dikin.”
Mîray Behûn, endama Tevgera Ciwanên Pêşverû ya Suryanî banga rawestandina êrişan kir û wiha got;”
“Îro me wek Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratik ên Sûriyeyê derbarê êrîşên li ser taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de daxuyaniyek da. Em e hikûmeta veguhêz ji ber êrîşên bênavber li ser ên li dijî gele me şermezar dikin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.”


