DÊR HAFİR – Îro, gel û ciwanên Rojava bi armanca piştgiriya niştecihên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê çûn Dêr Hafîrê. Gelê Rojava, bi hevgirtina bi gelên din ên herêmê re, her tiştî ji destê wan tê dikin da ku piştgiriyê bidin aramî û ewlehiya van deveran.
Ciwan û gelê herêmê, di konên ku li ser sînorê Dêr Hafîrê danîne de, peyama hevgirtin û yekîtiyê dişînin. Gelê Rojava, ji bo misogerkirina ewlehiya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tevdigere, li dijî gefên li ser van deveran helwestek xurt nîşan dide.



