WAN – Ciwanên Welatparêz li taxa Xaçort a Wanê li hev civiyan û êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. Ciwanan bi agirên ku pêxistin rêyan girtin.
Ciwanan bang li şêniyên taxê kirin ku heta sibehê çalakiya xwe bidomînin û tekez kirin ku divê her kes li dijî êrîşên li ser Rojava dengê xwe bilind bike û hevgirtinê nîşan bide.



