Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Meclîsa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Daxûyaniyek Parve Kir

Edîtor: Nucan Serdoz
09/01/2026 - 12:49
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
Çeteyên Hov Êrişî Nexweşxaneyê Kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxûyaniyek parve kirin.

Daxûyaniya hatiye parvevkirin wiha ye:

”Ji bo raya giştî;

Ji roja 6ê meha Çilê ve li ser taxên me êrişekî bi çeken giran û bordûmanekî dijwar tê kirin.

Di van êrişan de mizgeft, dibistan, misteşfe, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hatin hedefkirin.

Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaniyeke mezin nîşan dide.

Bi van êrişan tê armanckirin ku li dijî gelê me yê van taxan ku bi sedan salin li van taxan jiyan dikin û niştecihê van taxan in, qetlîam û pêlekî nû yê koçberiyê bidine destpêkirin. Ango tê xwestin ku demografyaya bajêr û taxên me were gûhertin. Her weha ev êriş bi her awayî tê wateya valaderxistina hevpeymana 1ê Nîsanê û îhlalkirina hevpeymanê.

Hikûmeta Şamê a demkî van êrişan di bin navê Artêşa Suriyê a nû de û bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan pêk tînin û ji vê cesaret digirin. Her weha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10 Adarê û 1ê Nîsanê wekî garantor û çavdêr amade bûn jî bi tûndî şermezar dikin.

Êriş û xeteriya qelîamê ya li dijî gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta niha jî berdewam dike.

Bangewaziya ku hêzên hikûmeta demkî a Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dikin, sepandina teslîmbûnê ye, lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e.

Di rewşa heyî de li cihê ku çete pêş de hatine li dijî sivîlan qetlîam têne kirin. Ango heman kiryar û qetlîama ku li dijî Elewî û Durziyan hatiye kirin li taxên me jî têne pêşxistin.

Herkes dizane ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bordumana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Misteşfa me ya taxê a bi navê Xalid Fecir ku jixwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bordûmanên giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de misteşfe bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemaye. Di warê însanî de krîzekî ciddî heye. Wekî raya giştî jî dizane ev demekî dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên însanî dihate astengkirin. Her weha rewşa zivistanê rewşa heyî hîn girantir dike.

Di encam de hêzên hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derekeve. Her weha teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.

Em wekî rêveberiya meclîsên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikûmeta Şamê ya ji hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cûda yên Suriyê pêk anîne û bi taybet jî bordûmana bê ser û ber û qetlîmanên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîn e ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.

Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidine misteşfa Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin.

Silav û Rêz
Meclîsa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
09.01.2026 ”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan Li Mûşê Ji Bo Balê Bikişînin Ser Êrîşan Pankart Daliqandin

Nivîsa Pêş

Li Qinê Gundewarên Kobanê Ciwanan Piştgiriya Xwe ji Şêx Mesûd û Eşrefiyê Nîşan Dan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Qinê Gundewarên Kobanê Ciwanan Piştgiriya Xwe ji Şêx Mesûd û Eşrefiyê Nîşan Dan

Li Qinê Gundewarên Kobanê Ciwanan Piştgiriya Xwe ji Şêx Mesûd û Eşrefiyê Nîşan Dan

Çeteyên Hov Êrişî Nexweşxaneyê Kirin

Gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê biçin Helebê

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.