NAVENDA NÛÇEYAN – Îro bi sedan kes, li ser banga serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal, li çend bajaran daketin kolanan.
Xwepêşandêr li qada Îmam Elî ya taxa Wadî El Zeheb a Humsê kom bûn.
Gor agahiyên ku ajansa ANHA belav kiriye hêzên hikumetê li jinên dan da ku tev li xwepêşandanan nebin.
Hêzên hikumeta veguhêz herêm dorpêç kir hewl dan bi darê zorê xwepêşandaran belav bikin. Gelek kes ji ber zor û tundiya hêzên hikûmetê nikarîn xwe bigînin qada xwepêşandanê, her wiha rêyên ku diçin qadê jî hatin girtin.
Li bajarên Ceblê û Banyasê jî hêzên hikumetê li xwepêşandêran xistin û gule teqandin.
Duh serokê Meclisa Îslamî ya Bilind a Elewiyan li Sûriyeyê Şêx Xezal Xezal ji bo daxwaza mafê çarenûsî û federalîzmê banga xwepêşandanên girseryî kir.


