Enter your email Address

Çarşamba, Ocak 28, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Rêber Apo: Ciwan Hêza Dînamîk a Bingehîn a Guhertin, Veguherîn û Nûjenkirinê Ye

Edîtor: Axin Mahir Dicle
28/12/2025 - 14:09
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Xwendekarên Azad a Stenbolê (ISOM) bi sernavê “Di civaka sosyalîst de rola ciwanan” panelek lidar xistin. Panel li Dika Hunerên Pêşandanên Avê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê pêk hat û gelek ciwan tevlî bûn. Li panelê pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em xwe bi ruhê hevrêtiya komunalîst bi rêxistin dikin, azad dibin” hatin daliqandin.

Piştî axaftina destpêkê ya panelê peyama Rêber Apo hate xwendin. Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Di serî de kedkarên vê zemînê ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê ciwanan ve lê tê nîqaşkirin, civata hevrêyên komunalîst ên ciwan û hemû ciwanên ku li ser bingeha hevrêtiya komunalîst têdikoşin bi hezkirineke kûr silav dikim. Pêvajoyên avakirina civakî tenê bi tevlîbûn û pêşengiya ciwanan dibe. Ciwan hêza dînamîka bingehîn a guherîn, veguherîn û nûbûnê ye. Têkoşînên siyasî û civakî dema ku ciwan barê wê yê îdeolojîk hilnegirin û di pratîkê de bi rêxistin nekin, şensê xwe yê serketinê gelekî kêm e. Lewma civaka ku ciwanên xwe ji dest daye, ji civaka têkçûyî jî wêdetir civakeke ku mafê xwe yê hebûnê ji dest daye. Rewşa berevajî vê jî rast e; ciwanên ku civak û civakîbûna xwe ji dest daye, paşeroja xwe jî ji dest daye. Li cihê ku civakîbûna sosyalîst û serketina têkoşîna wê nebe; rizandin, jihevbelavbûn û tinebûn çêdibe. Kesayet tenê weke parçeyekî civakeke rêxistinbûyî bi wate dibe û civak tenê bi kesayetên rêxistinbûyî dikare hebe.

XWE BI RÊXISTIN BIKIN, HER DERÊ BI RÊXISTIN BIKIN

Avabûna civakî, civaka sosyalîst û azadî tenê bi rêxistinbûnê pêkan e. Her hebûn, eger li cih û di dema xwe de bi derfetên heyî xwe bi rêxistin neke, zû yan jî dereng wê tine bibe. Beriya niha min gotibû, ‘Li her derê xwe bi rêxistin bikin, her derê bi rêxistin bikin’. Ev yek ne tenê pêwîstiyeke siyasî ye, di heman demê de ji bo hebûna civakî û azadiyê mecbûriyetek e ku divê nevê divê pêk were. Dilxwaziya azadiyê meyleke xwedî dînamîka ciwantiyê ye. Pêşengiya ji guherîn û veguherîna civakî ya dîrokî re, encameke xwezayî ya meyla azadiyê ye. Hilgirtina vê mîsyonê ji tercîhekê wêdetir mecbûriyetek ji bo azadî û jiyana bi wate ye. Garantiya azadiyê û hebûna civakî jî bi rêxistiniya civakî pêkan e. Ji ber vê meyl û dînamîka azadîparêziyê ya ciwanan, kujerê kastîk di herikîna dîrokê de bi her rê û rêbazên dejenerekirin û rizandinê êriş bir ser ciwanan.

EZ BAWER IM KU CIWAN WÊ BI ROLA PÊŞENGIYÊ RABIN

Bi têkoşîna kolektîf û hişmendiya rêxistinî ya ku xwe dispêre hevrêtiya komunalîst hêz û enerjiya dînamîk a ciwanan dikare bibe îradeya guherîn û veguherîneke damezrîner û avabûnê. Çawa ku azadî di nava dînamîzma ciwanan de ye, azadî û civakîbûn jî taybetmendiyeke ji sosyalîzmê ye. Di vê serdema hilweşîna kapîtalîzmê de gelekî hêja ye ku ciwan sosyalîzma demokratîk, jinûve avabûn û rêyên têkoşînê nîqaş dikin. Ev nîqaş û nîqaşên bi vî rengî li gel dewlemendiya fikrî wê rê û rêbazên nû yên têkoşînê bi xwe re bîne. Di vê demê de ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê bi êrişên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne, ez bawer dikim ku ciwan wê bi rola pêşengiyê rabin. Li ser vê bingehê hevrêyên ciwan hemûyan ên ku têkoşîna sosyalîzma demokratîk dimeşînin careke din bi hezkirin silav dikim û serketinê ji wan re dixwazim.”

Piştî ku peyam hate xwendin, panel li çapemeniyê girtî dewam kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Şamê Komxebata Ciwanên Sûriyeyî Hat Lidarxistin

Nivîsa Pêş

Hêzên hikumetê li Hums, Banyas û Latqiyê Êrişê Xwepêşandaran Kirin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Hêzên hikumetê li Hums, Banyas û Latqiyê Êrişê Xwepêşandaran Kirin

Hêzên hikumetê li Hums, Banyas û Latqiyê Êrişê Xwepêşandaran Kirin

Li Ser Rêya Heleb-Efrînê Qeza, 2 Ciwan Birîndar Bûn

Li Ser Rêya Heleb-Efrînê Qeza, 2 Ciwan Birîndar Bûn

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava
  • Di Maça St. Pauli – RB Leipzig Êrîşên Li Dijî Rojava Hatin Protestokirin
  • Ciwanên Suryanî li Rojava Seferber Bûn: Em ê Civaka Demokratîk Biparêzin
  • TEV-ÇANDˊê Bi Strana ‘Biparêze’ Piştevaniya Rojava Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Portugal Ji Bo Parastina Şoreşa Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Ciwanên Çand û Hunerê Ji Bo Parastina Rojava Derdikevin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Mewziyên Berxwedanê Ava Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.