NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Necim El Şebab a Geşepêdanê, Saziya Selahedîn El Eyûbî ya Çandî, Saziya Yerai we Îbdai û Komeleya El Mulhimûn Komxebata Ciwanên Sûriyeyî li Navenda Çandê ya Erebî li taxa Ebû Rumanê ya paytexta Sûriyeyê Şamê li dar xist.
Li ser navê Saziya Selahedîn El Eyûbî berdevka saziyê diyar kir ku ew saziyeke civakî, çandî û fikrî ne û li ser geşepêdana çanda giştî di civakê de û pêşxistina asta zanabûna ferdî û civakî dixebitin.
Berdevka saziyê diyar kir ku armanca wan xurtkirina xebatê di hemû aliyan de, parastina maf û berjewendiyên civakî û pêşxistina asta perwerdehiyê di hemû qonaxên perwerdehiyê de ye. Her wiha da zanîn ew li ser girêdana xwendekarên deçrûyî bi sûkên xebatê ve û xurtkirina wan, dixebitin.
Berdevka saziyê diyar kir ku şoreşa Sûriyeyê û şoreşa Kurdan a 2004’an piştgirî dan şoreşa 2011’an. Berdevkê li ser beşdariya ciwanan di şoreşê de û rola wan di hemû aliyên wê de, axivî.
Di komxebatê de Saziya Necim El Şebab a Geşepêdanê, Saziya Selahedîn El Eyûbî xelat kir û ji Saziya Selahedîn El Eyûbî endama Nivîsgeha Ciwanan Canda El Turkmanî xelat wergirt.



