NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihanê me ji Helebê diyar kir ku çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 3 ciwan bi hincetên hebûna wêneyên Kurdî, li ser bendên li ser rêya Heleb-Dêr Hafirê re danîne revandin.
Nûçegihan destnîşan kir ku tu sîfetên leşkerî yan jî ewlehî li ser ciwanan nîn in û li ser bingeha neteweyî û siyasî hatin revandin, navên wan wiha ne; Beşîr Mihemed Hisên, Heyder Ebûd Îsa û Samir Eslan Ebdulqadir.
Bendên ewlehiyê yên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz veguherîn alavên zordarî, astengî û revandina welatiyan. Ev pêkanîn, kiryarên li ser bendên kontrolê yên rejîma Baasˊê tînin bîra mirov û nîşan didin ku tu guhertin li Sûriyeyê çênebûne.


