MELUN – Di çarçoveya kampanyaya “Azadî ji bo Rêber APO, Çareseriya Pirsgirêka Kurd”, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, bi pêşengiya ciwanên Kurd, bênavber berdewam dikin. Li gelek bajarên Ewropayê, ciwan di bin pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) de çalakiyên xwe didomînin.
Li Melun, navçeyek li Parîsê, paytexta Fransayê, Kurd, bi pêşengiya ciwanan, daketin kolanan da ku azadiya fizîkî ya Rêber APO bixwazin. Xwepêşandan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Melun dest pê kir û li ber avahiya şaredariya Melun bi dawî bû.
Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê, bi taybetî Şehîd Masîro Xabûr û Sabrî Tendûrek, dest pê kir. Meşa ku ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir, bi dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate lidarxistin. Di tevahiya meşê de pankartên bi wêneyên şehîdan hatin hilgirtin û alên bi wêneyên Rêber APO hatin bakirin.


