QAMİŞLO – Îro, Yekîtiya Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê ji bo hişyarkirina li ser paqijiya jîngehê înîsiyatîfek da destpêkirin. Di çarçoveya çalakiyê de, xwendekaran daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de girîngiya mezin a paqijkirina jîngehê ji bo jiyanek rast û saxlem hate destnîşankirin. Xwendekaran diyar kirin ku civak berpirsiyar e ku jîngeha paqij biparêze û tekez li ser pêwîstiya pêşîgirtina li qirêjiya jîngehê kirin.
Piştî daxuyaniyê , ciwanan dest bi hemla paqijkirina jîngehê li seranserê bajêr kirin, û banga xwe ya ji bo hişyariya jîngehê bi bandor pêk anîn.


