KOBANÊ – Li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê Şehîd Ehmed bi merasîmekî hat oxir kirin. Şehîd Ehmed endamê Hêzên Sûriyê Demokratîk bû û yek ji şervanên ku ji destpêkê heya dawiyê beşdarî şerê Kobanê bû.
Merasîm bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî wê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinek hat kirin. Hat diyar kirin ku 4 encamên malbat tevlî karwanên şehîdan bûn.
Piştre li ser navê Gundê Donxiz axaftinek hat kirin. hat destnîşankirin ku ev ne şehîdê yekemîn ê gund û wê nebe şehîdê dawî jî.
Di dawî de wesîqeyê şehîd hat xwendin û cenaze hat veşartin.


