Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

Edîtor: Nucan Serdoz
08/12/2025 - 10:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 34 mins read
A A
HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Em zarokên egîd ên gelê Kurd û Ereb, Çigdem Derwêş, Şîlan Çiya, Kawa Tebqa, Şîraz Nemir û Ciwan Çiyager ên ku di sala 2024’an a têkoşînê de li Zap û Garê gihîştin şehadetê, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin.

Mîlîtanên fedayî yên Apoyî yên li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî yên Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê li ber xwe dan, hevrêyên me Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û hevrêyê me Ciwan ê ku li Garê gihîşt şehadetê, bûn parêzvanên xeta PKK’ê ya bi biryar. Di sala 2024’an a têkoşînê de, di pêvajoyeke ku êrîşên dijwar li dijî tevgera me hebûn, bi ruhê fedayî yê Apoyî di xebatên binesaziyê, li erdê û di tunelan de weke tîmên profesyonel têkoşîn kirin. Hevrêyên me yên fedayî, bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekiya mezin, mîsyona xwe ya dîrokî pêk anîn. Bi israra xwe ya li ser taktîkên gerîla yên serdema nû û baweriya xwe ya bi serkeftinê, di şert û mercên herî zor de jî kêliyekê jî dudilî nebûn. Bi kesayetiyên xwe yên bi biryar û israr, heta nefesa xwe ya dawî li nirxên gelê me xwedî derketin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û Ciwan ên mîlîtanên Apoyî yên şert û mercên zor, bi destana berxwedanê ya ku nivîsandin, bûn abîde.

Em di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û Ciwan, sersaxiyê ji gelê Kurd û Ereb ê welatparêz re dixwazin û dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe, ji cihê ku lê rawestiyan, bi heman biryardariyê bidomînin.

Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Çigdem Derwêş
Nav û Paşnav: Emîne Şêxmus
Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Navê Dayik – Bav: Newroz – Yûsif
Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Cotmeha 2024 / Zap
Nasnav: Şîlan Çiya
Nav û Paşnav: Emîne Halîla
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik – Bav: Nezîre – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15’ê Mijdara 2024 / Zap
Nasnav: Kawa Tebqa
Nav û Paşnav: Omer Elş Hadal
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Navê Dayik – Bav: Emîna – Ehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Cotmeha 2024 / Zap
Nasnav: Şîraz Nemir
Nav û Paşnav: Munzur Esaf
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Navê Dayik – Bav: Samîye Yasmîne – Esaf Omer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Îlona 2024 / Zap
Nasnav: Ciwan Çiyager
Nav û Paşnav: Semîr Zengî
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik – Bav: Selva – Abdo
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Cotmeha 2024 / Garê

ÇÎGDEM DERWÊŞ

Hevrêya me Çigdem li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û xwedî hişmendiya Kurdewar de hate dinê. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, bi awayekî girêdayî eslê xwe û nirxên Kurdî mezin bû. Hevrêya me ku 8 salan li dibistanên Rejîma BAAS’ê xwend, di pêvajoya dibistanê de rastiya mêtingehiya welatê me Kurdistanê û şert û mercên koletiyê yên gelê me nas kir. Hevrê Çigdem ku fêrkirina bi zimanekî biyanî û zextên li ser vê yekê qebûl nedikir, di demeke kurt de zanî ku ev bi dagirkerî û mêtingehiya welatê me ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ti carî van sepanên rejîmê nepejirand. Hevrêya me heta ku neçar nema ji bilî zimanê xwe yê zikmakî zimanekî din bi kar nedianî, û her wiha karî xwe ji faktorên cuda yên jiyanê jî biparêze. Ji ber vê yekê bû xwedî kesayetiyeke gelekî xwezayî û bi esl. Bi taybetî ji ber ku dayika wê têkoşîna me ya azadiyê ji salên 90’î ve nas kiribû, rastî gelek mîlîtanên Apoyî yên pêşeng hatibû, di xebatên wan de alîkariya wan kiribû û welatparêzeke hêja bû, hevrêya me Çigdem jî ji zarokatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir.

Hevrêya me Çigdem ji vegotina Dayika Newroz a rastiya têkoşîna şehîdên me yên pêşeng bandor bû, bi taybetî ji çalakiya fedayî ya hevrêya me Şehîd Zîlan – Zeynep Kinacı û nameya wê ya ji rêbertiya me re nivîsî, gelekî bandor bû. Her wiha hevrêya me ku ji çîrokên gerîla yên ku guhdarî dikir û navê wan bihîstibû, çiyayên Kurdistanê mereq dikir, dest bi avakirina xeyala xwe ya zarokatiyê jî kir. Hevrêya me ku di nirxandineke xwe de diyar kir ku di zarokatiya xwe de Şehîd Zîlan ji xwe re kiriye mînak, her ku mezin bû armanc û xeyala xwe jî bi xwe re mezin kir. Hevrêya me Çigdem a ku di sala 2011’an dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava nû pêş ket, bi saya hinek mîlîtanên Apoyî derfet dît ku têkoşîna me ya azadiyê nas bike, ji sekna van hevrêyan a li hemberî jiyanê, têkiliyên wan ên hevrêtiyê û nêzîkatiya wan a mirovî gelekî bandor bû. Her wiha ji salên destpêkê yên şoreşê ve li dijî êrîşên li ser Rojava, berxwedana gelê me ya ji heft heta heftê salî, dayina berdêlan û şehadetên ku qewimîn, bûn sedema tevlîbûna hevrêya me Çigdem ji bo têkoşînê. Hevrêya me ku dizanî li hemberî têkoşîna gelê me ya bi fedakariyên mezin, bêdeng mayina wê ne rast e, li ser vî esasî ket nava lêgerînê. Hevrêya me Çigdem a ku ji bo ku xeyala xwe ya herî mezin a tevlîbûna nava refên gerîla pêk bîne, firsenda ewil bi kar anî, bi vî awayî di sala 2013’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Çigdem ku perwerdeya şervanên nû li herêma Garê dît, bi van perwerdeyan di demeke kurt de li jiyana çiya û gerîla re adabte bû. Hevrêya me ku bi aliye xwe yê hestiyar zêdetir xwedî tevlîbûnekê bû, dizanî divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve jêhatî bike. Hevrêya me ku dizanî bêyî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo fêm neke, tevlîbûneke bi bandor pêk nayîne, ji bo vê xwedî hewldaneke bilind bû. Hevrêya me ku her ku rastiya Rêber Apo û felsefeya jiyana azad hîn dibû û fêm dikir, tevlîbûneke aktîf a jiyanê pêk anî, di demeke kurt de di kesayeta xwe de guhertinên girîng çêkir. Di heman demê de hevrêya me ku girîngiyeke mezin dida dersên leşkerî, gelek taktîkên gerîla hîn bû. Bi vî awayî hevrêya me bû gerîlayeke YJA Star a jêhatî û perwerdeya xwe bi serketî qedand.

Hevrêya me Çigdem a ku derbasî qada erka xwe ya nû Qendîlê bû, li vir derdora du salan têkoşîn kir. Êrîşên li ser gelê me yên li gelek qadan, rûbirûmayina gelê me ya bi qirkirinê, bû sedem ku hevrêya me giraniyê bide xebatên leşkerî. Xwe ji aliyê gerîlatiyê ve kûr kir û derbasî tabûrên gerok yên ku her dem ji bo erkê amade bûn, bû. Hevrêya me ku xwe bêtir ji bo çûyina Bakurê Kurdistanê amade dikir, ji ber hinek sedeman nekarî vê daxwaza xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê ji bo ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Êzidî bi dawî bîne û gelê me bi azadiyê bide nasandin, derbasî Şengalê bû. Hevrêya me Çigdem a ku zoriyên gelê me yê Êzidî yên ku dijîn û rewşa piştî komkujiyê temaşe kir, anî ziman ku xebata herî girîng ew e ku azadiya gelê me were misogerkirin. Li ser vî esasî tevlî xebatan bû, di gelek çalakî û pêngavên şoreşgerî de cih girt û di azadkirina Şengalê de roleke girîng lîst. Hevrêya me Çigdem a ku li qada Şengalê gelek hevrêyên hêja nas kir û bû şahidê şehadeta wan, dizanî ku tenê pêkanîna armanc û xeyalên wan dikare wan bide jiyandin. Her wiha giraniya şert û mercên jiyanê yên gelê me yê Êzidî, rastî sepandinên li derveyî mirovahiyê yên jin û zarokên Êzidî di destên çeteyên DAÎŞ’ê de û qetilkirina wan a hovane, ji bo hevrêya me Çigdem bû sedema tolhildanê. Hevrêya me ku dizanî hesabê hemû hêzên ku sûcên qirkirinê li hemberî gelê me kirine, tenê bi gihiştina xeta mîlîtaniya fedayî dikare were pirsîn, anî ziman ku ev tenê bi tevlîbûna xebatên Hêzên Taybet dikare pêk were. Li ser vî esasî hevrêya me ku biryar da ku vegere çiyayên Kurdistanê, careke din vegeriya çiyayên ku hesreta wan dikişand.

Hevrêya me Çigdem a ku şêwaza jiyana fedayî ji gelek hevrêyên xwe yên ku pê re têkoşîn kiribûn, dîtibû û ev hevrê ji xwe re kiribûn mînak, anî ziman ku ew ê karibe armancên xwe yên ku ji dema tevlîbûna nava refên gerîla ve dixwest pêk bîne, tenê di nava Hêzên Taybet de pêk bîne. Bi taybetî bawer kir ku ew ê bi perwerdeyên ku li vir bibîne, bigihîje taybetmendiyên kesayetiyê û ruhê fedayî yê lehenga zarokatiya xwe Şehîd Zîlan. Li ser vî esasî bi israr pêşniyar kir ku derbasî xebatên Hêzên Taybet bibe. Hevrêya me Çigdem ku bi saya sekna xwe ya mîlîtantiyê ya di jiyanê de, di asta bi îdîa û biryardariya ku gihîştibûyê, pêşniyara wê hate pejirandin, tevlî perwerdeya dewra bingehîn bû û gava xwe ya destpêkê avêt. Hevrêya me ku bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku dît, xwe pêş xist, asta şîrove û têgihîştinê zêde kir, ev yek li tevlîbûna xwe jî da nîşandan. Hevrêya me Çigdem a mîlîtaneke kedkar û fedakar bû, bi van taybetmendiyên xwe karî li ser hemû hevrêyên xwe bandor bike. Di pêvajoya perwerdeyê de ji ber ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kir, hevrêya me xwest ku demildest derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya ku şer lê bi awayekî giran diqewimî, bibe û bi tevlîbûna berxwedana destanî ya li wir, erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî pêk bîne.

Piştî ku pêşniyara wê hate pejirandin, hevrêya me Çigdem a ku bi kelecan, coş û îdîaya serketinê berê xwe da warê fedayîtiyê, û ji destpêkê ve tevkariyeke mezin li pêşketina berxwedanê kir. Hevrêya me ku bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê, di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me Çigdem a ku bi wêrekî û bêyî dudilî çû ser dijmin û hêrs û kîna ku di dilê xwe de kom kiribû veguherand çalakiyê, bi pratîka xwe têkneçûna mîlîtaniya Apoyî çespand. Hevrêya me ku tevî şert û mercên giran ên şer jî bi awayekî serketî nûnertiya xeta azadiya jinê kir û bû gerîlayeke PAJK’ê ya mînak, tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê pêk anî. Em weke şopdarên hevrêya me Çigdem a ku di êrîşeke dijmin a di 24’ê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû, sozê xwe yê Kurdistaneke azad ku me daye şehîdên xwe, teqez pêk bînin didin.

ŞÎLAN ÇIYA

Hevrêya me Şîlan li Efrînê ya ku bi welatparêziya xwe tê naskirin, di nava malbateke girêdayî nirxên Kurdî de hate cîhanê. Ji ber ku malbata wê têkoşîna me ya azadiyê ji salên destpêkê ve nas dikir, hevrêya me Şîlan jî ji zarokatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Tevlîbûna malbat û xizmên wê yên nêzîk a nava refên têkoşînê, bû sedema herî bingehîn a bandor li hevrêya me kir. Hevrêya me ku di salên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî serdema ciwantiyê bû, weke jineke Kurd a ciwan xwest cihê xwe di têkoşînê de bigire. Li ser vî esasî di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Hevrêya me Şîlan a ku di nava têkoşînê de xwe pêş xist, roj bi roj dest bi tevlîbûneke çalaktir kir. Hevrêya me Şîlan a ku bi çavên xwe dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava di pêvajoya şerê giran de bi berdêlên mezin hate afirandin, her tim pabendbûna bi nirxên afirandî kir bingeheke ji xwe re. Dema êrîşên çeteyan li ser Rojava zêde bûn, hevrêya me ku dît dem hatiye ew jî di nava refên berxwedanê de cih bigire, di sala 2016’an de derbasî xebatên leşkerî bû. Hevrêya me Şîlan a ku perwerdeyên xwe yên destpêkê dît, di demeke kurt de karî tecrûbeyên leşkerî yên bi berdêlên mezin hatine afirandin, bi dest bixe. Di heman demê de ji bo ku xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî perwerde bike û felsefeya Rêber Apo ya ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava li ser şîn bûye, nas bike û fêm bike, kedeke mezin da. Hevrêya me Şîlan a ku bi perwerdeyên dîtî di xwe de guhertinên girîng çêkir, weke jineke ciwan a fedakar û kedkar derket pêş.

Hevrêya me Şîlan a ku piştî perwerdeyên xwe bi serkeftî qedand, li gorî pêwîstiyên şoreşê di xebatên cuda de cih girt, di van xebatan de jî pêşketina xwe bi berdewamî domand. Hevrêya me weke jineke ciwan a jêhatî, xwe ji aliyê leşkerî, teknîkî û hunerî ve pêş xist, pêwîstiyên şoreşgerekî temam pêk anî. Lê belê sekna wê ya bingehîn her tim parastina gelê me ya li hemberî êrîşên li ser gelê me bû, li ser vî esasî giraniyê da xebatên leşkerî. Bi taybetî sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li hemberî gelê me di êrîşên wan ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de kirin, mişextkirina gelê me ya ji axa wan a bi hezaran salî, bû sedema nerazîbûneke mezin a hevrêya me Şîlan. Hevrêya me ku dizanî divê hêrsa xwe ya li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê bike sedema mezinbûna têkoşîna xwe, bi vî awayî ket pêvajoyeke kûr a lêgerînê. Hevrêya me ku bi lêgerînên xwe yên kûr dît ku rêbaza têkoşînê ya herî bi bandor li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê, têkoşîna bi şêwaza gerîla ye, dizanî ku ew ê vê herî baş li çiyayên Kurdistanê hîn bibe. Di heman demê de hevrêya me ku dizanî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi dehan salan e hêza yekane ye ku gelê me diparêze, weke şoreşgereke Kurdistanê dît ku divê ew bigihîje çarçoveyeke neteweyî ya berfirehtir û ji bo her parçeyekî welatê me têkoşîn bike. Hevrêya me ku dizanî ev tenê bi gihiştina çiyayên Kurdistanê pêk tê, bi vî awayî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Şîlan a ku coş û kelecana pêkanîna xeyala xwe ya bi salan dikişand, bi perwerdeyên xwe yên destpêkê yên di nava refên gerîla de, di demeke kurt de li jiyana çiya û gerîla re adabte bû. Her çendî ji aliyê leşkerî ve hinekî tecrûbeyên wê hebûn jî, ji bo ku di hunera şerê gerîla de pêş bikeve, xwedî hewldaneke taybet bû. Hevrêya me Şîlan a ku hemû dersên xwe bi baldarî guhdarî dikir, hem ji tecrûbeyên bi dehan salî yên têkoşîna me hem jî ji encamên ku taktîkên gerîla yên serdema nû yên di pêvajoya dawî de pêş ketine, sûd girt. Di heman demê de hevrêya me ku dizanî weke şoreşgerekê divê xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî pêş bixe û prensîbên azadiya jinê di xwe de bipejirîne, di vî warî de jî pêvajoyeke girîng a lêgerînê jiyan kir. Hevrêya me ku bi perwerdeyên îdeolojîk ên dîtî, bandorên kevneşopiya civakî û modernîteya kapîtalîst ên li ser kesayeta wê pêk anîne nirxand, û ji bo ku van di kesayetiya xwe de ji holê rake û bigihîje nasnameya jineke azad, kedeke mezin da. Hevrêya me ku her rojeke xwe bi pêngavên şoreşgerî tije dikir, bi hişmendiya xwe ya vekirî û israra xwe ya li ser guhertinê, karî di kesayeta xwe de veguherînên girîng çêbike.

Hevrêya me Şîlan a ku êdî gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî bû, bi israr pêşniyar kir ku derbasî qadên ku dewleta Tirk bi giranî êrîşî wan dike, bibe. Hevrêya me ku hevrêyên xwe yên li çeperên berxwedanê têkoşîn dikin, her kêlî hîs dikir, ji bo ku li cem wan be û bi wan re li dijî dagirkeriyê têkoşîn bike, xwedî daxwazeke xurt bû. Hevrêya me Şîlan a ku bi taybetmendiyên xwe yên mîlîtanî û sekna xwe ya biryardar hevrêyên xwe qanix kir, di pêvajoyeke ku şer herî giran bû de derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û dest bi têkoşîna li dijî artêşa Tirk kir. Hevrêya me Şîlan a ku ji têkoşîna fedayî ya hevrêyên li qadê û têkiliyên hevrêtiyê yên xurt bandor bû, xwest bi mezinbûna têkoşîna xwe û bi tevlîbûneke aktîf bibe bersiva hevrêyên xwe. Di vî warî de bi tevlîbûneke gelekî durist, jidil û sade, di demeke kurt de rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me ku di gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk de tevkariyên girîng kir; bi wêrekî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya bê dudilî barê hevrêyên xwe sivik kir û ji bo wan bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Şîlan a ku di êrîşeke dijmin a di 15’ê Mijdara 2024’an dema ku di erkê de bû gihîşt şehadetê, bi kesayeta xwe ya bi esl a bi şoreşgeriyê hatî hûnandin, di têkoşîna me ya azadiyê de nirxên girîng afirand. Em weke hevrêyên hevrêya me Şîlan careke din soza xwe ya pêkanîna xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistaneke Azad dubare dikin.

KAWA TEBQA

Hevrêyê me Kawa li Tebqayê di nava malbateke welatparêz de hate cîhanê. Welatparêzî û girêdana malbata wî ya bi nirxan, di mezinbûna hevrêyê me de bi bandor bû. Hevrêyê me ku bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû, di temenê ciwan de sempatiya xwe ya ji partiya me re çêbû. Hevrêyê me ku demeke kurt çû dibistanên sîstemê, li hemberî dibistanên ku çerxa asîmîlasyonê ne, eslê xwe her tim parast. Hevrêyê me ku alîkariya aborî dida malbata xwe, di gelek xebatan de cih girt. Hevrêyê me ku dizanî sîstem li ser bingeha kedxwarinê hatiye avakirin û ew ê ti carî berdêla keda xwe nestîne, nakokî jiyan kir. Hevrêyê me ku her ku temenê wî pêş ve çû jiyan bi awayekî kûr û hûr jêpirsîn kir û dixwest tevgera me ji nêz ve nas bike, di pêvajoya Şoreşa Rojava de derfet dît ku gelek kadroyên Partiya me nas bike. Ji dilnizmî û fedayîtiya hevrêyên xwe yên ku nas kiribû gelekî bandor bû. Hevrêyê me ku her ku jiyana Apoyî didît, eleqeya wî ya ji tevgera me re zêde dibû, ji bo rojên ku bibe gerîla lêgerînên kûr jiyan kir. Hevrêyê me bû şahidê berxwedana destanî ya di pêvajoya seferberiyê de ya ku partiya me PKK’ê da destpêkirin, ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî destkeftiyên gelê me yên li Rojava kirin û gelê me di bin metirsiya qirkirinê de bû. Hevrêyê me ku ji ber şerê rûdayî hesabê wijdanî kir, û her çend dixwest di nava têkoşîna destanî ya rûdayî de cih bigire jî, ji ber sedemên ne di destê wî de ne, neçar ma vê xeyala xwe taloq bike. Dil û hişê wî her tim li hevrêyên me yên ku li çeperên şer de, şer dikirin û li serbilindiya şehadeteke bi vî rengî bû. Her ku dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û di Berxwedana Serdemê de êşên ku gelê me dît, kir ku ew bikeve nava lêgerînên kûr. Hevrêyê me ku bi îdîa bû ku bi awayekî aktîf di şerê heyî de cih bigire û derbeyê li dagirkeran bixe, biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me ku di sala 2017’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, ber bi jiyaneke ku xeyal dikir ve gaveke nû avêt. Hevrêyê me ku di demeke kurt de li jiyana partî û têkiliyên hevrêtiyê adapte bû, bi moraleke mezin tevlî perwerdeyên şervanê nû bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û coş di dersên ku cih girt, di demeke kurt de pêşketin nîşan da. Her ku jiyan û şêwaza Apoyî dixwend û fêm dikir, rûmeta bûn şervanê azadiyê jiyan. Bi taybetî hevrêyê me ku di dersên dîroka Partî û dîroka Kurdistanê de bi kûrahî li ser sekinî, rastiya ku partiya me di kîjan pêvajoyên zor re derbas bû, baştir fêm kir. Hevrêyê me ku di nava hewldana mezinbûna destkeftiyên ku bi kedên mezin ên rêbertiya me û şehîdên me hatine afirandin, bû, perwerdeya xwe bi serkeftî qedand. Hevrêyê me ku ji bo ku berpirsiyariyên xwe yên dîrokî li hemberî operasyonên ku dewleta Tirk di 17’ê Nîsana 2022’an de li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna dabû destpêkirin pêk bîne, israr kir û berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me ku xwest bi hevrêyên xwe yên ku di şerê rûdayî de destanan nivîsandin û artêşa Tirk têk birin, di heman çeperê de cih bigire, bi sekna xwe ya bi biryar karî hezkirina hemû hevrêyên xwe bi dest bixe. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeyên pisporiyê bû, li ser taktîkên serdemê û nûsaziyê kûr sekinî. Hevrêyê me ku dizanî ew ê weke gerîlayekî pispor û jêhatî bersivê bide dagirkeran, xwe ji aliyê îdeolojîk ve jî kir xwedî amadehiyê. Hevrêyê me Kawa yê ku bi kesayeta xwe ya dilnizm û gihîştî, li her derê barê hevrêyên xwe hildida û mîlîtanekî bi biryar ê jiyana partiyê bû, karî bibe yek ji hevrêyên ku ruhê serdemê di xwe de şênber kiriye. Hevrêyê me ku parêzvanekî bêrawestan ê prensîbên partiyê bû û di xeta fedayî de gavekê jî dudilî nebû, hemû erkên ku li Eyaleta Şehîd Delîl Zagros girtin ser xwe, bi serkeftî bi cih anî. Bi wêrekî û şêwaza xwe ya şer a bi sebr, di gelek çalakiyan de rol lîst.

Hevrêyê me Kawa di êrîşeke artêşa Tirk a di 31’ê Cotmeha 2024’an de li Zapê gihîşt şehadetê. Em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Kawa di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û xeyalên wî pêk bînin û li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêz bejna xwe ditewînin.

ŞÎRAZ NEMIR

Hevrêyê me Şîraz, di eslê xwe de ji Serêkaniyê ye, weke endamê malbateke welatparêz a eşîreta kevnar a Ereb Cês li Şamê hate dinê. Ji ber terbiya ku ji malbata xwe dît û xwedî kevneşopiyeke kokdar bû, hevrêyê me Şîraz bi awayekî girêdayî eslê xwe mezin bû. Hevrêyê me ku polîtîka û rêveberiyên dewleta netewî ya Sûriyeyê yên ku gelan berdidin hev û dikin dijmin, nedipejirand, her tim bawer dikir ku gel dikarin bi hev re bijîn. Hevrêyê me ku piştî demekê li dibistanên rejîma BAAS’ê xwend, ji bo ku alîkariya debara malbata xwe bike, dest bi kar kir, paşê derbasî Lubnanê bû û li wir xebatên xwe domand. Bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya li ser hemû Rojhilata Navîn, di serî de li Sûriyeyê, bêguman bandor li hevrêyê me Şîraz jî kir. Hevrêyê me ku bi rêya Kurdên ku li Lubnanê nas kiribû dest bi hînbûna karaktera şoreşê kir, dema ku hîn bû şoreş bi îlhama fikrên Rêber Apo pêk hatiye, bêtir dest bi lêkolîn û şopandinê kir.

Di lêkolînên xwe de bi taybetî hevrêyê me Şîraz ku paradîgma Neteweya Demokratîk a Rêber Apo mereq dikir, ji ber ku ev paradîgma rê dide ku hemû gel û bawerî bi hev re bijîn, gelekî bandor bû. Hevrêyê me ku li vir rastiya xwe dît, bi xwestekeke bi biryar bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ve girêda. Hevrêyê me ku dizanî weke ciwanekî bi israr divê fikrên xwe bike pratîkê, bi taybetî dema êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava zêde bûn, dev ji jiyana xwe ya rehet berda, vegeriya welatê xwe yê eslî Rojava û tevlî refên berxwedanê bû. Di destpêkê de hevrêyê me Şîraz ku tevlî xebatên herêmî bû, li vir bi perwerdeyên dîtî derfet dît ku xwe ji aliyê siyasî û leşkerî ve pêş bixe. Hevrêyê me ku dît ramana Neteweya Demokratîk li Rojava tê jiyîn, li hemberî vê rewşê heyranîya xwe ya li hemberî Rêber Apo veneşart. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku dît divê bêtir beşdarî têkoşînê bibe, ji bo vê pêvajoyeke girîng a lêgerînê jiyan kir. Di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku xwedî dike, êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, hevrêyê me Şîraz di çeperên berxwedanê de cihê xwe girt û bi wêrekiya xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me ku ji şerê fedayî û hevrêtiya xurt a hinek mîlîtanên Apoyî yên ku li Serêkaniyê nas kiribû bandor bû, di vê pêvajoyê de gihîşt asta biryardariyê. Hevrêyê me Şîraz ku bawer kir li hemberî xwesteka dewleta Tirk a ji holê rakirina destkeftiyên li Rojava û hêviya jiyana hevpar a gelan, hilbijartina herî rast mezinbûna têkoşîna li dijî vê ye, dît ku ev tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê dikare pêk were.

Hevrêyê me Şîraz a ku kêfxweşî û coşa gihiştina çiyayên Kurdistanê bi hevrêyên xwe re parve kir, her çend ji ber nehatina xwe ya berê ya çiyan poşman bû jî, ji bo ku vê telafî bike, xwedî hewldaneke bilind bû. Hevrêyê me yê ku berê tecrûbeyên wî yên leşkerî hebûn, bi perwerdeyên dîtî di demeke kurt de li jiyana çiya û gerîla adabte bû. Bi vî awayî bi awayekî çalak tevlî jiyanê bû û xwest ferqa tecrûbeyê ya di navbera xwe û hevrêyên xwe de rake. Hem di pêvajoya perwerdeyê de hem jî piştî wê bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re meşand, ji bo ku tecrûbeya gerîla ya bi dehan salî ya têkoşîna me ya azadiyê bi dest bixe, hewl da. Hevrêyê me Şîraz ku bi vê şêwaza tevlîbûn û sekna xwe rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist, bû xwedî pratîkeke li gorî sekna xwe. Li ser zêdekirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û veguherîna wan a êrîşên dagirkeriyê, bi israr xwest derbasî qadên ku şer lê giran e, bibe. Hevrêyê me Şîraz ku bi tevlîbûna xwe ya serkeftî û çalak a di perwerdeyê de, kesayeta xwe ya durist, jidil û fedakar karî hevrêyên xwe îqna bike, bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê.

Hevrêyê me ku ji tevlîbûna berxwedana destanî ya li vir didome, serbilindî û şanaziyeke mezin hîs kir, li vir derfet dît ku gelek hevrêyên hêja yên ku fedayîtiyê veguherandine şêwaza jiyanê û bûne xwedî jiyaneke derwêşane, nas bike. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku her tim xwe bi şans didît, dizanî divê ew jî tevlî bibe. Li ser vî esasî hevrêyê me ku lêgerîneke kûr jiyan kir, di heman demê de bi awayekî bêkêmasî û fedakar tevlî hemû xebatên pratîkî jî bû. Ji bo ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevrêyên xwe re li Girê Cûdî yê ku mazûvaniya yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên dîrokê dike, derbeyê li dijmin bixe, xwedî hewldaneke xurt bû. Hevrêyê me Şîraz a ku ji ruhê hevrêtiyê yê komunal ê hevrêyên li vir gelekî bandor bû, ji ber vê yekê xwe nêzî Rêber Apo hîs kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku hêza xwe ya têgihîştinê zêde kir, hewl da ku her hevrêyekî xwe hîs bike û barê wan sivik bike. Hevrêyê me ku bi lêgerinên xwe yên ku jiya, diyar kir ku çiya ew azad kiriye, û pê dizanî divê ku ew bibe mîlîtanekî hêjayî Rêber Apo û hevrêyên şehîd ên ku ev jiyana azad afirandine. Hevrêyê me Şîraz ku bi kesayetî û tevlîbûna xwe ya fedayî ya li têkoşînê, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anî, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.
Em soz didin ku em ê têkoşîna xwe heta ku armanca herî mezin a hevrêyê me Şîraz a Kurdistaneke Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bînin, bê navber bidomînin. Hevrêyê me Şîraz di 4’ê Îlona 2024’an de di êrîşeke dijmin a li qada Girê Cûdî de tevlî karwanê şehîdan bû.

CIWAN ÇIYAGER

Hevrêyê me Ciwan di eslê xwe de ji malbateke Efrînî weke endamekî malbatê li Helebê hate cîhanê. Ji ber ku malbata wî xwedî paşerojeke welatparêziyê ya kokdar bû, çand û kevneşopiyên Kurdewar diparast, û hevrêyê me Ciwan jî bi awayekî girêdayî eslê xwe mezin bû. Ji ber ku malbata wî bi salan e têkoşîna me ya azadiyê nas dikir, hevrêyê me Ciwan jî ji zarokatiya xwe ve Tevgera Apoyî nas kir. Zarokatiya wî ya ku bi destanên lehengiyê yên gerîla derbas bû, şahidî ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava re jî kir. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku di nava şoreşê de mezin bû, bû şahidê hemû pêşketinên li Heleb û Efrînê rûdan. Bi çavên xwe dît ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava çawa li kuçe bi kuçe yên Helebê hat xemilandin, hêzên xweparastinê yên gelê me li hemberî êrîşên pêşketî bi lehengî bersiv dan. Ji ber vê yekê hevrêyê me ku li ser hezkirina xwe ya ji gerîla re hêzên parastina şoreşê jî zêde kir, dît ku dema wê bê, divê ew jî teqez di nava refên têkoşînê de cih bigire.

Hevrêyê me ku ji şehadeta Apê xwe Ciwan a di sala 2017’an de li qada Girê Spî gelekî bandor bû, hewl û biryardariya xwe ya têkoşînê hîn zêde kir û soz da ku wê têkoşîna şehîdan dewr bigire. Paşê dagirkeriya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û mişextkirina gelê me ya bi komkujiyê, ji bo hevrêyê me Ciwan bû sedema bingehîn a têkoşînê. Hevrêyê me ku di destpêkê de di xebatên leşkerî yên herêmî de cih girt, bi girtina navê Apê xwe yê şehîd Ciwan kêfxweşiya pêkanîna xeyala xwe jiyan kir. Hevrêyê me ku dizanî ji bo bibe şervanekî baş divê xwe perwerde bike, girîngiyeke mezin da perwerdeyên leşkerî û bîrdozî. Hevrêyê me ku tecrûbeyên di pêvajoya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hatin bidestxistin, bi van perwerdeyan bi dest xist, di demeke kurt de karî bibe şervanekî jêhatî. Hevrêyê me Ciwan ê ku di pêvajoya perwerdeyê de felsefeya azadiyê ya Rêber Apo hîn bû, dît ku ji bo ku vê felsefeyê bicîh bîne, divê taybetmendiyên mîlîtaniya Apoyî di xwe de biafirîne. Di vî warî de hevrêyê me ku pêvajoyeke lêgerînê ya girîng jiyan kir, û gav bi gav bû mîlîtanekî Apoyî. Piştî ku li Rojava demekê li qadên cuda têkoşîn kir, li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla bi rêbazên li derveyî mirovahiyê, helwesteke neteweyî pêş xist, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Ciwan ku di adaptekirina xwe ya li çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîla de zorî nekişand, piştî perwerdeyeke kurt tevlî xebatên pratîkî bû. Her çend dixwest biçe qadên ku şer lê giran e û bi hevrêyên xwe yên di tunelên şer de be jî, ji ber hinek pêwîstiyan di xebatên stratejîk de hate peywirdarkirin. Hevrêyê me Ciwan ku bi kesayeta xwe ya ewledar, durist û jidil baweriya hevrêyên xwe vala dernexist, bi awayekî çalak tevlî xebatan bû. Di xebatên xwe yên ku fedakarî yên mezin dixwestin de, bi kesayeta xwe ya kedkar bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi keda xwe ya ji bo domandina bê navber û bi bandor a berxwedana li qadên şer, tevkariyên mezin kir, her tim hevrêyên xwe yên di tunelên berxwedanê de hîs kir. Hevrêyê me ku ji têkoşîna wan hêz û moraleke mezin girt, ev yek kir sedema tevlîbûneke bêtir.

Hevrêyê me Ciwan ku kûrbûna xwe di felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de ji bo xwe gelekî girîng û pêwîst didît, di vî warî de xwedî hewldaneke cidî bû. Bi xwendina nirxandinên kesayetiyê û parastinên rêbertiya me, pîvanên mîlîtaniya Apoyî di xwe de pêş xist. Hevrêyê me Ciwan ku bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re meşand, roj bi roj rêbertiya me baştir fêm kir û derfet dît ku bike pratîk, karî vê yekê li jiyan û kesayeta xwe jî bide nîşandan. Ji ber vê yekê her tim kesekî ku dixwest bi hev re kar bike û bijî, bû. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi enerjiya xwe ya mezin a ku ji ciwanî û zelaliya xwe ya bîrdozî dihat, ji bo hemû xebatan pir bi xwestek bû û bi vî awayî barê hevrêyên xwe sivik dikir, bi vê nêzîkatî û sekna xwe karî rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest bixe.

Em ê armancên hevrêyê me Ciwan ê ku di êrîşeke dijmin a di 10’ê Cotmeha 2024’an de gihîşt şehadetê, bikin sedema mezinbûna têkoşîna xwe. Em careke din sozê xwe yê Kurdistaneke azad ku me di şexsê hevrêyê xwe Ciwan de daye hemû şehîdên xwe, teqez pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

Nucan Serdoz

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li 31 herêmên Colemêrgê qedexe hate îlankirinHakkari'de 31 bölge yasaklandı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Barana Botanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.