STUTTGART– Li bajarê Stuttgart ê Almanya, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de semînerek berfireh bi sernavên “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û “Vegera Welat” hat lidarxistin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeya rêzgirtinê, endamên ciwanan rol û mîsyona ciwanan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin. Di panelê de li ser dijwariyên ku ciwanên Kurd ên ku ber bi Ewropayê ve diçin pê re rû bi rû dimînin û girîngiya hesta aîdiyeta bi ax û welatê xwe re nîqaş kirin.
Her wiha di semînerê de axaftina endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan pêşkêşiyek li ser perspektîfa “Vegera Welat” hat mezekirin. Piştre li ser perspektîfa Önder APO ya li ser “Vegera Welat” axaftin hatin kirin û beşdar hatin vexwendin ku nêrînên xwe parve bikin.
Çalakî bi atmosfereke coşdar, bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.


