Hamburg- Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, bi wesîleya 47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî pîrozbahî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya ku li salona dawetê ya Phonixê hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Salon bi wêneyên şehîdan hate xemilandin.
Dr. Îdrîs Baluken di pîrozbahiyê de axîvî û bal kişand ser xebatên muzakereyê ku Tevgera Azadiya Kurd bi qebûlkirina Rêber Apo wekî muxatabê yekane dimeşîne. Baluken diyar kir ku piştî muzakereyan li şûna şer qala aştiyê tê kirin û anî ser ziman ku gelê Kurd her tim alîgirê aştî û demokrasiyê ye. Baluken diyar kir ku PKK mîrateyeke berxwedanê ji gelê Kurd re hiştiye û wiha got, “Divê dewletê jî li hemberî gavên ku aliyê Kurd avêtiye, gavan biavêje.”
Yavuz Fersoglu ku di nava şandeya ku rojên derbasbûyî serdana Rojava kir de cih girt, çavdêriyên xwe yên derbarê serdanê de parve kir. Fersoglu wiha got, “Şoreşa Rojava ji bo hemû şoreşên cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Li wê derê her kes di xizmeta şoreşê de ye. Em bi çalakiyên ku li vir lidar dixin, dikarin bibin dengê Rojava.”
Ferhat Nisêbîn li ser navê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) axivî û bal kişand ser rol û mîsyona ciwanên Kurd di vê pêvajoyê de. Nisêbîn bi vê peyamê axaftina xwe domand: “Em ê bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Bê guman, serkeftin dê ya me be. Ji ber vê yekê, werin em azadiya Rêber Apo li her derê ragihînin.”
Piştî axaftinan, hunermend Berfîn Mamedova, Bengî Agirî, Ciwan Çewlîg, Hêvî Çiya, Mem û Zînê Botanî, Govenda Sîpan Amara û Koroya Zarokan a Hamburgê derketin ser dîkê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi coş dawî bû.


