Liège – Komeleya Çandî ya Kurd a Liègeyê ji bo bîranîna salvegera Roja Berxwedana Neteweyî ya Kurdan bernameyek bîranîn û çandî li dar xist. Gelek welatiyên li Lîege dijîn û malbatên şehîdan ên li herêmê beşdarî çalakiyê bûn.
Bername bi axaftinên li ser pêvajoya dîrokî ya tevgera Partiya me û mîrata têkoşîna wê dest pê kir. Di axaftinan de şehîdên Partiyê hatin bîranîn û girîngiya mîrata wan a civakî û çandî hate destnîşankirin.
Piştî axaftinan, beşdar bi govendên kevneşopî tevlî pîrozbahiyê bûn. Bername bi pêşandana fîşekên hewayî bi dawî bû.



