NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku yekîneyên wê yên Enqere û Eskîşehîr’ê duh êvarê bi meş, nivîs û fîşekên hewayî 27ê Mijdarê Roja Berxwedanê pîroz kirin.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên YCWK Enqere û Eskîşehîr’ê 27’ê Mijdarê Pîroz Dikin
Yekîneyên me, li gelek bajaran derketin kolanan, bi heyecan û coşek mezin Roja Berxwedanê ya 27’ê Mijdarê pêşwazî kirin.
Yekîneyên YCWK Enqere û Eskîşehîr’ê jî bi meş, nivîs û daxuyaniyan Roja Berxwedanê ya 27’ê Mijdarê pîroz kirin.
Wekî YCWK, em hemû ciwanên welatparêz ên ku beşdarî pîrozbahiyên ku bi rojan e berdewam dikin silav dikin. Em vê pabendbûnê, ku di demek wusa dîrokî de pêş ket, pir watedar dibînin. Bi vê hişmendî û pabendbûnê, em bang li hemû ciwanên welatparêz li her derê dikin ku li gorî peyama rêxistinî ya Rêber Apo xwe birêxistin bikin û têkoşînê mezin bikin.
Bijî Rêber Apo
Bijî 27’ê Mijdar’ê



