HESEKÊ – Li bajarê Hesekê, îro ji aliyê Însiyatîfa Gel ve meşek ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat lidarxistin. Çalakî li xeta dîwar a navçeya Sînako dest pê kir û li Parka Rêber Apo bi dawî bû.
Li gorî agahiyan, bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Beşdaran li seranserê rêyê gelek caran dirûşme qîr kirin. Li parkê li ser navê KONGRA STAR û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin. Di axaftinan Azadiya fizikî a Rêber Apo hat xwestin.



