TEBQA – Bi boneya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Tevgera Ciwanên Şoreşger li kampa koçberên Efrînê ya Tebqayê şahiyekî li dar xist. Bi sedan malbatên ji Tebqayê û Efrînê beşdarî şahiyê bûn.
Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan û sloganên şoreşgerî hat xemilandin. Stranên şoreşgerî hatin gotin û govendên gelêrî hatin gerandin.



