EDENE – 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî bi çalakiyekê li avahiya navenda Partiya Demê ya li Edeneyê, di bin pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Demê de hat pîrozkirin. Gelek ciwan, rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xelkê beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî bi deqeyek ,rezgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre vîdyoyek li ser girîngiya rojê hate nîşandan. Çalakî bi stran û helbestên ku ji hêla ciwanan ve hatin gotin berdewam kir.



