HELEP – Îro li bajarê Helebê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan, salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê bi şahiyekî hat pîroz kirin.
Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Li ser navê Rêveberiya Xweser a bajarê Helebê Mistefa Mihemed axivî û girîngiya vê rojê ji bo tekoşîna azadiyê destnîşankir.
Piştî wê şahî bi tevlîbûna komên hûnerî berdewam kir. Gel bi coş govendên gelerî gerand û salvegera PKK pîroz kir.



