Şeva berî li taxa Saray a navçeya Kerboran (Dargeçit) a Mêrdînê ji aliyê kesekî/kesên nenas ve êrîşeke çekdarî pêk hat. Îbrahîm Dilek ê 18 salî ku li cihê êrîşê bû, bi giranî birîndar bû. Dilek rakirin nexweşxaneyê lê tevî mudaxeleya bijîşkî jî nehat rizgarkirin. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan û lêpirsîn hatiye destpêkirin.



