HANNOVER – Li Hannover a Almanya, semînerek li ser perspektîfa “Vegera Welat” a Rêber APO, ku ji hêla endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hate birêvebirin, hate lidarxistin û vîdyoyek hate nîşandan.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, nirxandinên Rêber APO ên “Vegera welat” ji bo ciwanan hatine nivîsandin bi berfirehî hatin xwendin.
Semîner bi temaşekirina vîdyoyên dawî yên Asya Alî û Rojger Helin, ku di çalakiya fedayiyê ya ku di 23’ê Cotmeha 2024’an de li tesîsên TUSAŞ li Enqerê hate lidarxistin, tevlî karwanê şehîdan bûn û li ser nêzîkatiya “Vegera Welat” axivîn, dewam kir.
Ciwanan li ser banga Rêber APO û perspektîfên welatparêz ên şehîdên fedayî Asya Alî û Rojger Helin nîqaş kirin û nirxandinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
Di dawiya semînerê de, beşdaran tekez kirin ku ew ê di vê pêvajoya dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” de rol û mîsyonên xwe bicîh bînin û semîner bi dirûşmeyên xwe bi dawî kirin.



