NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberîya Tevgerê ragihand ku hêzên gerîla, ku ji 16’ê Mijdarê ve li herêma Zapê riskê pevçûnê çêdikirin, vekişiyane deverên din. Rêveberîya diyar kir, “Em bawer dikin ku ev gava nû dê xizmeta çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê bike.”
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di daxuyaniya xwe ya 26’ê Cotmehê de ku bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin û ji gerîlayên me yên ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişiyan Herêmên Parastinê yên Medyayê 25 jê bi xwe amade bûn, me diyar kiribûn ku li cihên xwedî rîska şer ên li ser sînor jî em ê tedbîran li hemberî şer werbigirin. Ji wê demê û vir ve li ser bingeha karê ku organên pêwendîdar kirin, em li herêma Zapê gihîştin encameke girîng. Bi êvavra 16’ê Mijdarê re hêzên me yên li herêma Zapê ku rîska şer lê hebû, vekişiyan qadên cuda yên guncaw. Bi rewşa heyî re li qada navborî rîska şer bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Piştî vekişîna hêzên me yên gerîla yên bi rîska şer ên li nava sînorên Tirkiyeyê, ev sererastkirin û vekişîna ji herêma Zapê re ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne bûye tevkariyeke girîng a pratîkî û biryardariya me ya ji bo pêvajoyê careke din nîşan dide. Em di wê baweriyê de ne ku ev gava me ya nû wê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd û aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re bike.
Em bi rêzdarî vê agahiyê ji çapemenî û raya giştî re radigihînin, silavên xwe li her kesên pêwendîdar dikin.
17ê Mijdarê 2025
Rêveberiya Tevgerê



