EDENEYÊ– Li navçeya Yûregir a Edeneyê Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ciwanan re kombûyinek birêxistin kir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Mersînê Alî Bozan, rêveberên navçeya Yûregir a Partiya Demokratîk û gelek ciwan beşdarî civînê bûn. Nirxandinên li ser mijare şerê taybet û beşên ji parastinên Rêber APO hatin xwendin û nîqaşkirin. Di bername de sinevîzyonek ser nirxandinên Rêber APO yên li ser ciwanan jî hate peşandan.
Kombûyine Ciwanan bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.


