NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Ciwanên herema Cizîre dewreyeke perwerdeya bîrdozî ya “Şehîd Çiya Rizgar” organîze kir. Perwerde 15 rojan dom kir û 12 jinên ciwan û ciwan ji seranserê Cizirê beşdar bûn.
Bernameya sereke ya perwerdeyê xwendin û niqaşkirina Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk ” a Rêber APO bû.
Rêber APO di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de kir, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk raghand. Manefistoya ku ji 7 beşan pêk tê, Rêber APO weke nexşerê û stratejiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêş dike. Ciwanan di nav 15 rojan de bi berfirehî bi zimanê Kurdî û Erebî li ser 7 beşan nîqaş kirin.
Di niqaşen de taybetî derbarê avakirina civaka demokratîk û avakirina komînên ciwanan hat meşandin. Ciwan dan diyarkirin ku wê di asta pêşengtiyê de ji bo rêxistinkirina civakê şev û roj bixebitin.
Şehîd Çiya Rizgar di 25’ê Tebaxa 2025’an de ji ber nexweşiyekî şehîd bûbû, ji bo ku ciwanan bi fikrê Rêber APO perwerde bike, berê xwe da bû Rojavayê kurdistanê. Ji ber vê ciwanan biryar dabûn ku navê dewreyê bikin Şehîd Çiya Rizgar.
Perwerde bi moralekî û gerandina dîlanê hatiye bi dawî kirin.


