BASEL – Komîteya Rojava ji bo 1ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Kobanî, meşek û semînerek lidar xist. Bi pêşengiya rêxistinên enternasyonalîst, meş li Theaterplatz dest pê kir û heta Claraplatz, bi astengiyên polîsan berdewam kir.
Piştî meşê, axaftinen ser berxwedana kobanê ya dîrokî hat kirin. Nûnerên komîteyê destnîşan kirin ku Şoreşa Rojava ketiye sala xwe ya 11an û tekez kirin ku ew ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo gelên cîhanê jî wekî mînakek girîng xizmet kiriye. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bûye mînak. Şoreşa li Rojava îlham da Cîhanê, jo bo têkoşînê li çaraliyê cîhanê belav bibe. Dengvedana vê berxwedanê di têkoşîna azadiyê ya gelê Filistînê de jî tê hîskirin. Em ê vê têkoşînê di pêşerojê de bi heman ruhê şoreşgerî bidomînin.”
Piştî meşê semînerek li ser Rojava û bernameyek muzîkê bi beşdariya Koma Arin pêk hat.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên ku beşdarî çalakiyê bûn, banga beşdarbûna meşa ku dê di 8ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” were lidarxistin kirin.
Endamê TCŞê Mazlum Bahiş di daxuyaniyekê de wiha got:
“Berî her tiştî, em 1ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Kobanî pîroz dikin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi vê boneyê, em hemû hevalên xwe yên enternasyonalîst, bi taybetî ciwanan, vedixwînin meşa 8ê Mijdarê.”

