KOBANÊ – Cahîd Hesen li Qada Jina Azad a Kobanê axivî û qala rewşa siyasî a herêmê kir. Cahîd Hesen hişiyar kir ku divê guh neyê dayîn ji ragihandinên ku bi navê kurdîtiyê dijminatiya rêveberiya tevgerên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê dikin. Destnîşan kir ku hem di destpêkê şoreşê de, hem di roja îro de, yên ku ji bo azadiya gelên herêmê şer kiriye, YPG, YPJ û QSD ne, û ne tu kesekî din e.
Her wiha, diyar kir ku êrîşên ku li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, encamê komployekî navnetewî bûn, û ku, rûxmê kêmasiyan, rabûna gelê kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê û li Ewrûpa, hişt ku destkeftiyên şoreşê werin parastin û ku ev destkeftî wê bi tekoşîna gel di pêşerojê de hîn zêdetir werin berfireh kirin.


