KOBANÊ – Di roja 14’emîn a çalakî de ciwan û gelê Kobanê carekî din ji bo xwedî derketina li bajarê xwe, li Qada Jina Azad kom bûn û şahiyekî li darxistin.
Ciwanan bi sloganên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ” û “Berxwedan Jiyan e” rengê xwe diyar kirin. Her wiha agir hat vêxistin û dîlan hat girtin.
Piştî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Cahîd Hesen li ser rewşa siyasî a herêmê axivî. Cahîd Hesen di serî de anî ser ziman ku êrîşên ku li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin, encamê komployekî navnetewî bûn, û ku, rûxmê kêmasiyan, gelê Rojava û 4 parçeyên Kurdistanê tekoşînekî mezin kirin, û rûxmê ku hevpeymanê dawî yê ku hat îmzekirin ne têrker bû ji bo daxwazên gel, destkeftiyên wê jî ne kêm bûn, û ewê di pêşerojê de bi tekoşîna gel werin berfirehtir kirin. Cahîd Hesen hişiyar kir ku divê guh neyê dayîn ji ragihandinên ku bi navê kurdîtiyê dijminatiya rêveberiya tevgerên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê dikin. Destnîşan kir ku hem di destpêkê şoreşê de, hem di roja îro de, yên ku ji bo azadiya gelên herêmê şer kiriye, YPG, YPJ û QSD ne, û ne tu kesekî din e.
Di dawiyê de qala merasîma şehîd Ehmed Omer kir, û da diyar kirin ku heya ku dayîk û bavên weke yên şehîd Ehmed hebin, wê gelê Kurd her ber bi serkeftinê ve biçe.

