MARSÎLYA – Li bajarê Marsîlya (Fransa) bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê, meşek girseyî bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber APO” hat lidarxistin. Bi hezaran ciwan li Qada Canebière kom bûn. Welatiyên derdorê meşê bi çepikan pêşwazî kirin.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên wekî “Bijî Rêber Apo” û “Liberté pour Öcalan” pir caran hatin qir kirin. Di mîtînga li ber avahiya Walîtiya Marsîlyayê de ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rezgirtin pêk hat.
Berdevka Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê Marsîlyayê Delîl Serhat, di çalakiyê de axivî û bi silavkirina berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo 27 sal in li dijî sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê dike, dest bi axaftina xwe kir. Serhat got, Di çarçoveya înîsiyatîfa Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, li seranserê Ewropayê têkoşînek bênavber tê meşandin.”
Serhat tekez kir ku banga Rêber APO ya ji bo “Civakek Aştî û Demokratîk” di 27ê Sibatê de wekî manîfestoyek e ku rêya hemû hêzên azadî û demokrasiyê ronî dike, û got, “Em, wekî ciwanên Kurd, divê bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin û ramanên Rêberê xwe di her aliyê jiyanê de biparêzin.”
Serhat di axaftina xwe de rexne li hikûmeta AKPê jî kir ji ber ku ti gavên berbiçav ber bi aştî û çareseriyê ve neavêtiye û got, “Mafê hêviyê mafê jiyanê ye. Pêvajo dê pêş nekeve heya ku Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe. Em ê rola pêşengiyê ya ku Rêber APO spartiye me ciwanan bicîh bînin û pêvajoyê bi rê ve bibin. Em bang li hemû ciwan û jinan dikin ku tevlî Manîfestoya Civaka Demokratîk bibin, ango tevlî rêya Rêber APO bibin.”
Di çalakiyê de her wiha banga beşdarbûna mîtînga ku dê di 8ê Mijdarê de li Koln a Almanya were lidarxistin hat kirin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Ciwan fedayî Rêber APOye”, “Bi Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

