BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê, ciwanên Kurd û enternasyonalîst li dijî êrîşên dagirkeriyê bênavber çalakiyan li dar dixin. Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û YUNA pêşengiya çalakiyê kirin.
Ciwanan pankartek 15 metre dirêj a bi nivîsa “Hemû çav li ser Kobanî ne” li ser Siegessäule, abîdeya dîrokî û sembolîk a li paytext Berlînê daliqandin.
Siegessäule, avahiyek dîrokî, di sala 1873an de ji bo bîranîna serketinên leşkerî yên dewleta Alman-Prûsyayê di Şerê Franco-Prûsyayê yê 1870/71an de hatiye çêkirin.
Ciwanan di derbarê kiryarên xwe de gotin, “Li ser vê stûnê, ku sembola hêza emperyalîst, şer û tundûtûjiya dewletê ye, peykerê Vîktoryayê yê zêrîn heye ku ji topên Fransî yên di dema şer de hatine desteserkirin hatiye çêkirin. Me bi taybetî ev cih hilbijart ji ber ku tiştên li Kobanî û Rojava qewimîn divê di siya sembolên hêz û şer de neyên veşartin.”
‘Rojava di bin gefê de ye’
Ciwanan daxuyaniya xwe bi van gotinan domandin: “Çeteyên cîhadîst ên girêdayî HTS’ê bi awayekî sîstematîk rêveberiya xweser a demokratîk a SDF’ê, avahî û avahiyên wê û deverên bajarî yên Kurdan hedef digirin. Piştî komkujiyên hovane yên li Helebê û koçberkirina bi deh hezaran kesan, bajarên din ên Rojava jî di bin gefê de ne.”
‘Rewşa li Kobanî Xerabtir Dibe’
Ciwan balê dikişînin ser sûcên li dijî mirovahiyê yên li Kobanî û dibêjin: “Rewşa li Kobanî her ku diçe xirabtir dibe. Li vî bajarî, ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin, nêzîkî 400,000 kes di bin dorpêçê de ne. Bi hezaran girtiyên DAIŞê ji girtîgehên xwe hatine berdan û kampa El-Hol çend roj in ji kontrolê derketiye. Xetera derbasbûna endamên DAIŞê ji sînor û destpêkirina êrîşeke din li Şingalê pir zêde ye; ji ber vê yekê, xetereya jenosîdeke nû heye.”
‘Çavên me li ser Kobanî ne’
Ciwanan, tekez kirin ku ew ê têkoşînê bidomînin, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kirin: “Berjewendiyên hêzên emperyalîst nikarin agirê şoreşa Rojava vemirînin. Bi deh hezaran kesan ji bo vê şoreşê canê xwe dan û niha jî wê diparêzin. Ji çar aliyên Kurdistanê mirov ji bo beşdarbûna di parastina xwe de sînoran derbas dikin û diçin Rojava. Çavên me li ser Kobanî ne.”



