KOBANÊ – Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê Kalîma Temer diyar kir ku di encama komployekî navdewletî de êrîşan li dijî Rojavayê Kurdistanê hatin meşandin. Her wiha got ku rûxmê wê, bi rabûna gelê Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê, sînorên Rojavayên Kurdistanê hatin parastin û ku di herêmên kurdan de wê serkeftina li dijî dagirkeriyê teqez be. Di dawiyê de Kalîma Temer israr kir ku gel li her derê berxwedanî berdewam bike.


